H’emû nûçeSereke
Hejmara kesên ku nava encamên êrîşa Adirbêcanê de mirine 105 in
Serokwezîr Nîkol Paşînyan îro li civîna hukumata Komara Ermenîstanê elam kir ku hejmara kuştîyan heta niha 105 e: “Ez careke din serê xwe li ber şehîdên me ditewînim»,- ewî gotîye.
13 ê îlonê piştî nîvê şevê Adirbêcanê êrîşeke berfireh dijî Komara Ermenîstanê pêk anî.
Dijmin îro ji sahet 13:00 a li ser tabîyên sînorê ji Sotkê heta Gorîsê dest bi êrîşên xwe yên bi rokêtan kir, li cîhên sivîl jî kirine hedef û bi awayekî berfireh diron bi kar anîn.