Pêlosî bi cûrê berk êrîşên Adirbêcanê, yên ser Ermenîstanê gunehkar dike
Kongrêsa Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bi cûrê berk êrîşên Adirbêcanêye ne bi qanûnê û yên mirinê yên dijî Ermenîstanê, gunehkar dike.Derheqa wê yekêda seroka palata Wekîla, ya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Nênsî Pêlosîyê wextê prêss-konfêransa tevî serokê parlamênta Ermenîstanê, gotîye.
Bi axavtina li Yêrêvanê, Pêlosîyê gotîye, wekî seredana wê bi kemala xwe cuda dibe, çimkî ew seredan piştî êrîşên Adirbêcanêye neqanûnîye.
«Em bi cûrê berk wan êrîşa gunehkar dikin»,- Pêlosîyê gotîye. «Ew yek bi înîsîyatîva azêrîya qewimîye û naskirina wê gerekê hebe»,- ewê gotîye.
«Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya ku hemsedira koma Mînskêye, daye femkirinê, wekî dew û doz nikare bi rîya leşkerî bê helkirinê. Em bi guhdarî dîna xwe didine hal û em dîsa piştgirîyê didine pirsên girêdayî hevraxeberdanên dew û doza Qerebagêva»,-Pêlosîyê gotîye.