Hêzên Sûrîya Dêmokratîk elam kirine, wekî înformasîyona wezîreta Tirkîyayêye parastinê ya derheqa şihîdketina 16 şerkarên Hêzên Sûrîya Dêmokratîk, ya rast nîne.
“Wezîreta Tirkîyayêye parastinê înformasîyona derew, ya 22 û 25 ê îlonê, belav kirîye, kîjanêda derheqa şihîdketina 16 şerkarên Hêzên Sûrîya Dêmokratîk hatîye dîyarkirinê. Ev înformasîyon ne anegorî rastîyêne”,- nava elametîya Hêzên Sûrîya Dêmokratîkda hatîye gotinê.