SerekeSîyasî

Wextê eyda Hecîya wê ji 2OO hezarî zêdetir êzdî  herine Lalişê

Cîgirê Mîrê êzdîya, yê alîyê pirsên pêwandîyên tevî civakê Caûhar Elî Beg gotîye, wek girêdayî cejina êzdîyara /eyda Hecîyara/ îsal wê ji 2OO hezarî zêdetir meriv herine Lalişê.

Girêdayî vê cejinêra, bona qulixçîyên nava hukumata Herêma Kurdistanêda hevt rojên hêsabûnê hatine dayînê, bona ku ew bikaribin nava qewim û pismamên xweda cejina xwe bidine derbazkirinê.

Cejinên êzdîya bi fermî ji alîyê parlamênta Kurdistanêda hatine îzbatkirinê.

Ev cejin wê ji 6 a hetanî 13 ê cotmehê berdewambe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button