Adirbêcan dicêribîne rêya kirîna sîliha bona Ermenîstanê bide girtinê
Li ser sînorê ermenîya-azêrîya eskerê Adirbêcanê duh careke mayîn provokasîya myaser kirîye û wextê xebatên înjênêrîyê berbi paresekrên ermenî agir barandine. Derheqa wê yekêda, wextê civîna hukumatê, Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye.
“Wextê mîyaserkirina xebatên înjênêrîyê, yên li ser axa Ermenîstanê, paresekrên azêrîya yên ku li ser axa Ermenîstanêne, agir barandine ser pareskerên ermenî. Axa Ermenîstanê dagirkirîye û ev yek berdewama agrêsîyayêye. Armanc yeke wekî hêzên Adirbêcanê gerekê ji axa Ermenîstanê paşda vekişin”,-Paşînyan gotîye.
Ermenîstanê pêvajoya berfireh nava hêzên Ermenîstanêye sîlihkirîda destpê kirîye û Adirbêcan bi provokasîyayên wî cûreyî dicêribîne pêşîya wan werguhastina bigre û nava hinek alîyada, bi fikira pêwandîya açixîyê wê hene”,- Paşînyan gotîye.
“Ew bi hemû alîyava dicêribînin hemû tiştî bikin ku sîlih neyêne Ermenîstanê. Ew mesele jî hene, wekî bi seda mîlyona dolar hatine dayînê, lê borcdarîyên hindava Ermenîstanêda nayêne mîyaserkirinê, nava wanda usa jî welatên tifaqdar hene. Ev hemû tişt bi wê armancê tê kirinê, ku em ji dewleta xwe, ji serbixwetîya xwe paşda bisekinin û nava yekîtîya axêda ber wan daxun. Feqet ez dixwezim bêjim, wekî em li ser wê birîyarêne ku emê serbixwetîya xwe û yekîtîya têrîtorîyayên xwe biparêzin”,-Paşînyan gotîye.