Wekîlê hukumata Herêma Kurdistanê, yê li Yekîtîya Avropayê Dilewar Ajgayî gotîye, wekî komîtêya parlamênta Avropayê, ya pirsên ewlehkarîyê û parastinê, wextê civîna parlamênta Avropayê wê êrîşên Îranêye ser têrîtorîya Kurdistanê raberke.
Bi gotina Ajgayî serokê komîtêya parlamênta Avropayê Patrîk Bêrg girêdayî wan êrîşara nerazîbûna xwe daye dîyarkirinê, wekî ew êrîş dijî serbixwetîya Îraqê û herêma Kurdistanêne.
Ajgayî serda zêde kirîfe, wekî li wekîltîya hukumata Herêma Kurdistanê xebatê berdewambe, ku banga cimeta Herêma Kurdistanê û hukumata wê bighîje cî, bona ku ev êrîş bêne sekinandinê.