H’emû nûçeSereke

Xeberdan derheqa xebatên bona projeya çêkirina stansîya atomîye nûda çûye

Serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan serokê MAGATÊ Rafayêl  Marîano Grosî qebûl kirîye.

Xaçatûryanê serokkomar mêvan silav kirîye û derheqa girîngîya hevkarîya Ermenîstanê û MAGATÊ da xeberdaye.

«Seredana we bona me gelekî girînge. Ji sala 1976 a da stansîya atomî dixebite. Ji wî çaxîda hetanî niha em nava cêribandinên cûre-cûrera derbaz bûne. Ez dixwezim derheqa erdheja Spîtakê û usa jî derheqa sekinandina xebata stansîya atomîda bêjim, çimkî paşê ji sala 1995 a da stansîyayê careke mayîn destbi xebata xwe kir. Ez dikarim bêjim, wekî xebitandina stansîyayê wê mîyaser nebûya, heger hevkarîya tevî MAGATÊ tunebûya. Ez hêvîdarim, wekî hevkarîya me wê berdewambe», Xaçatûryanê serok gotîye.

Rafayêl Marîano Grosî bona qebûlkirinê razalixî elam kirîye û gotîye wekî sîsêma bi serokatîya wî hazire piştgirîyê bide Ermenîstanê.

Wextê hevdîtinê xeberdan usa jî derheqa projeya çêkirina stansîya atomîye nûda çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button