H’emû nûçeSereke

Serok Barzanî cejna Cemayê li Kurdên Êzîdî pîroz kir

Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Cemayê ya Kurdên Êzîdî peyameke pîrozbahiyê arasteyî xuişk û birayên Êzîdî kir. Peyama Serok Barzanî ji bo Cejna Cemayê wiha ye: “Bi navê Xwedayê mezin û dilovan Bi helkefta Cejna Cemayê, pîrozbahiyên germ arasteyê Mîrê Êzîdiyan û Babe Şêx û Civata Rûhanî û hemû xwişk û birayên Êzîdî yên li Kurdistanê û cîhanê dikim. Ez hêvîdar im, ev cejn bibe sedema xweşî û aramî ya xwişk û birayên Êzidî û bişên hemû salekê cejn û xweşiyên xwe bi aştî û asûdeyî saz bikin. Her bi vê helkeftê, em dakokiyê dikin ku pêdivî ye hemû alî kar ji bo bihêzkirina ferheng û kultûra pêkvejiyanê û biratî û yekrêziyê di navbera hemû pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê bikin û biparêzin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button