Serokwezîr, cabdarê sazkirina hukumata Îraqê Mihemed Şîya As Sûdanî elam kirîye, wekî pirsên progirama hukumata wî hîmlî li ser pirsgirêkên xebatên qulixkirine, şerkarîya dijî ruşetxwerinê û mafên netewên kêmjimar hatine hîmdanînê.
Derqheqa wê yekêda Sûdanî wextê hevdîtina tevî wekîla Organîzeya Netewên Yekbûîye li Îraqê, Canîn Hênîs Plasçêrtê gotîye.
Nava elametîya ofîsa Sûdanîda hatîye gotinê, wekî hevdîtin bona gotûbêjkirina halê sîyasî û hevkarîya tevî Organîzeya Netewên Yekbûyî hatîye derbazkirine.
Plasçêrtê ji alîyê xweda Sûdanî li wê qulixêda pîroz kirîye û derheqa piştgirîya Organîzeya Netewên Yekbûyîda îzbat kirîye.