SerekeSîyasî

Li Bêrlînê fêstîvala çanda kurdî bi fîlma “Cînar” destpê bûye

Fêstîvala 12 a ya li Bêrlînê, ya sînêma kurdî bi fîlma Mano Xelîl, ya bi sernavê “Cînar” destpê bûye.

Piştî nîşandayîna fîlmê Mano Xelîl bersiva pirsên temaşevana daye. Fîlma kurdî derheqa halê li gundekî Sûrîyayêye, yê ku li ser sînorê Tirkîyayêye.Fîlmêda kurikê biçûk ji nûva diçe mektebê. Mamosteyê nû dicedîne zarokên kurda bike piştgirên panerebîzmê. Ew wan zaroka ceza dike, yên ku bi zimanê kurdî diaxivin û usa jî hiznekirina hindava cuhîya dide kifşê.

Fêstîvala li Bêrlînê, ya sînêma kurdî, wê hetanî 19 ê cotmehê berdewambe.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button