SerekeSîyasî

Adirbêcan agrêsore: parlamêntvanê Swîsirê dibêje ku hewcetîya sanksîya têra tê dîtinê

Civaka navnetewî gerekê rastîyê bîne ber çevê xwe ku Adiribêcan agrêsore, Ermenîstan qurbanîye û bona xirabkarîyên wextê şêr Adirbêcan gerekê bê cezakirinê.Derheqa vê yekêda, wextê qisa tevî Armênprêssê, paralmêntvanê Swîsirê, hemserokê koma Swîsirê û Ermenîstanêye dostîyê Stêfan Myûlêr Altêrmat gotîye.

Bi qîmetkirina wî, ketina hêzên azêrîyaye li axa Ermenîstanêye serbixwe, êrîşa meha îlonê û usa jî vîdyoyên raberkirî, kîjanada dîyare ku azêrî çawa dîlên ermenî dikujin, tiştên neqanûnî û xirabkarîne.

“Em gerekê van xebera bidine xebatê ku bidine eşkerekirinê, wekî Adirbêcan agrêsore, lê Ermenîstan qurbanîye. Bi fikira min, ev rol nava piranîya civaka navnetewîda zelal nînin, hinek berjewandîva girêdayîye, lê li cem hineka jî diqewime kêmasîya înformasîya heye. Rûyê zeyîfbûna Rûsîyayêda, Adirbêcan niha li ser tabîya baş sekinîye”,- parlamêntvan gotîye.

Bi gotina parlamêntvanê Swîsirê derheqa agrêsîya Adirbêcanêda gerekê bi dengê bilind bê gotinê û ew yek bê şermezarkirinê û heqîtî gerekê bişuxule.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button