H’emû nûçeSereke
Wekîlê wezîreta ŞAY, ya karên der li qeza Gêxarkûnîkê qesidîye û dîna xwe daye halê li ser sînor

Serokê ofîsa pirsên dew û dozên herêmî Mark Kamêron li qeza Gêxarkûnîkê qesidîye, çûye Vardênîsê û gundê Sotkê, rastî fermandarê pareskerê ermenîyayî li wir hatîye û dîna xwe daye halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya.Derheqa wê yekêda ji baylozxana Ştatên Yekbûyîye li Ermenîstanê elam kirine. Wextê seredanê Kamêron derheqa piştgirîya Ştatên Yekbûyîda, ya nava pirsên serbixwetîya Ermenîstanê û aşîtîya wededirêje li Qafqasîya Başûr xeberdaye.







