H’emû nûçeSereke

Ez amademe li Soçîyê dokûmêntê îmzekim:Nîkol Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê kongira partîya Peymana Sîvîl derheqa hevdîtina li Soçîyê, ya bi înîsîyatîva serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, xeberdaye.

Paşînyan gotîye: “Ez amademe li Soçîyê dokûmêntê îmzekim û qebûlkim, ku amadebûna aşîtîparêzên rûse li Qerebagê bi 10-15-20 salava bê dirêjkirinê. Paşînyan usa jî pêşnîyar kirîye, wekî serokê Rûsîyayê bi xwe gerekê pêşnîyara wî cûreyî bike, yan jî heger ew pêşnîyara wî cûreyî bike, serokê Rûsîyayê wê pêşnîyarê biparêze”. Feqet ez nikarim wê yekê dewsa Rûsîyayê birîyarkim, ku aşîtîparêz li wir bi wedê nekifşkirî bimînin”.

Paşînyan usa jî pirs bilind kirîye, wekî ji alîkî mayînva gerekê bizanibin ku paşîtîparêzên rûs li Qerebagê çi dikin. Nava wê hemtêkstêda ewî derheqa bûyarên Parûxêda xeberdaye û gotîye: “Me bûyarên Parûxê bîr nekirine. Bi dereca bilind pevketin hatîye destanînê, wekî azêrî gerekê ji zona cabdarîya aşîtîparêzên rûs derkeve. Ev soz û borcdarî hetanî niha nehatîye qedandinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button