Elametîya serokatîyên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanê
Li Soçîyê hevdîtina sêalî, ya serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, pêk hatîye.
Serokê Rûsîyayê bona hatina li Soçîyê û derbazkirina hevraxeberdana razalixî elamî serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê kirîye û serda zêde kirîye, wekî alîyê rûsa wê dîsa hemû cedandinên xwe bide xebatê, bona ku bighîjine aşîtîyê û qewînbûnê.
Li gorî encamên hevdîtinê, elametîya sêalî hatîye qebûlkirinê, kîjanêda bi taybetî hatîye dîyarkirinê: “Em, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv û serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn 31 ê cotmehê li Soçîyê rastî hevdu hatin û me pêvajoya mîyaserkirina elametîyên 9 ê mijdara sala 2020 î, 11 ê mijdara sala 2021 ê û 26 ê mijdara sala 2021 ê gotûbêj kir.
Me çawa da dîyarkirirnê, wekî çawa borcdarî hemû pevketina mîyaserkin.
Bi dîyarkirina emekê aşîtîparêzên rûs, me dîyar kir wekî pêwîste cedandinên nû bona halê li herêmê bêne xebitandinê.Me derheqa girîngîya îmzekirina peymana aşîtîyêye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda û amadekirina wêye aktîv girîng hesab kirîye, bona ku li herêmê bighîjine halê qewîn û aşîtîya wededirêj. Fêdêrasîya Rûsîyayê wê piştgirîya wê yekê bike. Serokatîyên Ermenîstanê û Adiribêcanê amadebûna Rûsîyayê slav kirine. Hatîye dîyarkirinê, wekî pêwîste xebata aktîv bona amadekirina peymana aşîtîyê bê mîyaserkirinê. Li ser hîmê wê yekê pevketin hatîye destanînê, ku helkirinên qebûlkirinê bêne dîtinê û Rûsîyayê piştgirîyê bide wê yekê.
Alîya dane dîyarkirinê,wekî girînge ku di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanêda atmosifêra baş bê sazkirinê.Serokê Adiribêcanê û serokwezîrê Ermenîstanê cedandinên Rûsîyayêye bona normalkirina heleqetîyên di navbera herdu welatala, yên bi armanca destanîna qewînbûna li Qafqasîya Başûr û îzbatkirina aşîtîyê slav kirine.