H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê çileya sala 2021 ê da ew pevketin qebûl kirîye: Paşînyan derheqa pêşnîyarên rûsîda

Ermenîstanê çileya sala 2021 ê da ew pevketin qebûl kirîye.Armênprêssê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê dayîna bersiva parlamêntvana gotîye.

Bi xeberdana derheqa rexnekirina  opozîsîyayêda wekî gotinên desthilatdarîyêye derheqa pirsgirêka Qerebagêda konkrêt nînin, Paşînyan gotîye, wekî heger ewî ew qîmetkirin dikaribû mehekê yan meh nîvekê pêşda fem bikira, roja îroyîn ew nikare wê yekê qebûlke û fem bike. Serokwezîr elametîya serokê Rûsîyayê, ya Valdayê belavkirî çawa ya girîng hesab kirîye.

“Xeberdan derheqa wê yekêda bû, ku nêzîkbûna hukumata Ermenîstanê ya derheqa pêşnîyarên Rûsîyayêda çi cûreyîye.Fikira wê yekê paşê hate eşkerekirinê, û dîyarkirinê, wekî pirsa Qerebagê bi wedê neeyanva bidine paşdaêxistinê. Wî çaxî, dem ku ew pirsdayîn hate kirirnê, hukumatê carekêra bersiv da û nava deşta opozîsîyonda jî, usa jî li Qerebagê elametî belav bû, bi kîjana dew ji hukumatê dikirin pêşnîyarên rûsî qebûlkin. Ez niha dikarim bêjim wekî hukumatê zûva, hê  ji çileya sala 2021 ê da ew pevketin qebûl kirîye û derheqa wê yekêda negotîye”,- Paşînyan gotîye û razalixî elamî Rûsîyayê kirîye ku mecal daye bona zelalkirina têmayê.

Serokwezîr daye dîyarkirinê, wekî roja îroyîn tabîya hukumatê ewe, çi ku opozîsîyayê digot û nizanibû wekî hukumat zûva li ser wê tabîyêye. Ewî usa jî gotîye, wekî derheqa wê yekêda ewî gotibû serokê Qerebagê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button