H’emû nûçeSereke

Sanosyan û Kopîrkîn halê li Larsê gotûbêj kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî têrîtorîya û sîstêma Ginêl Sanosyan baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn qebûl kirîye. Wezîr bayloz slav kirîye û hevkarîya tevî Rûsîyayê, ya nava govekên cuda-cudada bilind qtîmet kirîye.

Wextê hevdîtinê pirsên derheqa govekên ênêrgêtîkayê, transportê, yên hevkarîya di navbera hêrêmada hatine gotûbêjkirinê.Bi taybetî cêrge pirsên girêdayî hevkarîya ênêrgêtîka atomîra hatine gotûbêjkirinê.

Halê li dergehê sînorê Larsê jî hatîye gotûbêjkirinê.Wezîr hîvî ji bayloz kirîye ku wê pirsê merkeza guhdarîyêda xweykin, çimkî pêşerojêda hewa wê bê guhartinê û pirsgirêk wê diha mezinbe.Xêncî wê yekê usa jî pirsên dualîye başqe hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button