H’emû nûçeSereke

Wextê hevraxeberdanên tevî serokê Rûsîyayê me eşaretîyên baş stendine: serokwezîr

Wextê civîna hukumatê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye wekî wextê hevraxeberdanên tevî serokê Rûsîyayê eşaretîyên baş hatine stendinê.

“Me hinek eşaretî yan jî înformasîya stendin, kîjan didine kifşê, wekî ew dikarin bibine rastî û mecalên baş bona ku em careke mayîn paşda vegerin û xebatên dasekinandina rîya hesinî destpêkin.Gilî derheqa rîya hesinîdane, ya Horadîs-Mêgrî- Ordûbad-Sadarak-Yêrasxêdane.

Lê ez careke mayîn dibêjim, wekî bi hesabhildana cêribandina berêye xirab, niha dixwezim wê înformasîyayê belavkim, ya ku gerekê vî hemû tiştî bide îzbatkirinê. Tiştê herî baş ewe, wekî pirsgirêkên meye fînansî wê tunebin”,-Paşînyan gotîye.

Paşînyan bîr anîye, wekî wextê civîna Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, Ermenîstan ji îmzekirina elametîya organîzeyê paşda sekinîye.

“Niha ez  difikirim, wekî ew dokûmênta bona îmzekirinê hê bi temamî nehatîye amadekirinê û ez bi qedirgirtin amade nînim van dokûmênta îmzekim”,-Nîkol Paşînyan wextê civîna organîzeyê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button