H’emû nûçeSereke
Kongira Întêrnasîyonala Sosîyalîstî biryara derheqa şermezarkirina Adirbêcanêda qebûl kirîye
Ji 25 a hetanî 27 ê mijdarê li Madrîdê civîna şêwira Întêrnasîyonala Sosîyalîstî pêk hat, beşdarî kîjanê dibûn nêzîkî 80 welat. Ji sala 1907 a da partîya Daşnaka beşdarî wê şêwirê dibe.
Pêşîya civînê partîya Daşnaka rêzolyûsîya derheqa dew û doza Qerebagê û agrêsîya Adirbêcanêye hindava Ermenîstanêda raber kiribû û ew yek 27 ê mijdarê ji alîyê kongrêda hatîye qebûlkirinê. Nava wê rêzolyûsîyayêda Adirbêcan hatîye şermezarkirinê û bang hatîye kirinê, ku Adirbêcan leşkerên xwe ji axa Ermenîstanê derxe.