
Ajansa Kurdistanêye bêqezîyakirina mîna elam kirîye, wekî koma wan li nehîya Çomanê bi seda mînên li ser erdê û tiştên teqandinêye mayîn tune kirine.
Wextê hevpeyvîna tevî “BasNews” ê serokê ajansê Elî Ebdilrehman gotîye, wekî ji 500 yî zêdetir tiştên wî cûreyî hatine tunekirinê.Ev mîn him wextê opêrasîyonên cuda û usa jî bi alîkarîya binelîyên cîh hatine dîtinê, kîjan piştî şerê heyştsale, yê di navbera Îraqê û Îranêda, li wandera mane.Desthilatdarîya Kurdistanê elam kirîye, wekî tevî hukumata Ermenîstanê pevketin hatîye destanînê, ku pênc mîlyon dolara başqe bikin bona ku Herêma Kurdistanê ji mîna bidine paqijkirinê.