H’emû nûçeSereke
Îsal 15 000 meriv bûne welatîyên Ermenîstanê
Cîgirê serokê polîsîya Ermenîstanê Ara Fîdanyan gotîye, wekî sala 2022 a da 15 000 meriv bûne welatîyên Ermenîstanê
“Sala derbazbûyî ew hejmar 3000 bû, lê îsal gihîştîye 15 000 hezarî”,- ewî gotîye.
Cîgirê serokê polîsîyayê serda zêde kirîye, wekî ew meriv hîmlî ermenîne û ew prosês bi temamî li gorî normên heyîne. Bi gotina wî, gavên anegor tên avîtinê ku xebata beşên pasporta bidine sivikkirinê û qebûlkirina welatîya bidine lezêxistinê.