Gelo bona çi Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv esker neşande Ermenîstanê: şirovekirina Stanîslav Zas
Sêkrêtarê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv Stanîslav Zas şirove kirîye ku bona çi Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv esker neşande Ermenîstanê û alî nekir ku axa Ermenîstana serbixwe paşda vegerîne. Ewî pêşnîyar kirîye derheqa wê yekêda bifikirin ku wê çi bûya, heger organîzeyê esker bişanda Ermenîstanê.
“Ez bi xwe nava mîsîya monîtorîngêda xebitîme, min serokatîya wê yekê kirîye.Ji hinek nevsên derecebilind qîmetkirinên wî cûreyî hatine bihîstinê, ku bona çi esker nehatin û alî paşdavegerandina axa okûpasîyakirî nekirin. Encamên gavên vî cûreyî gerekê meriv fem bike, çimkî bi beşdarbûna çend welata li herêmê wê şer destpêbûya”,-Stanîslav Zas gotîye.
Bi gotina wî, helkirinên pêşnîyarkirî yên anegorin. Ewî usa jî qayîlnebûna xwe bona gotina elam kirîye ku Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv dicêribîne berê xwe ji Ermenîstanê vegerîne.