H’emû nûçeSereke

Bi rîya tunekirinê dixwezin ji binelîyên Arsaxê axê bistînin:Alêksandr Jîlîn

Serokê merkeza lêkolînên pirsgirêkên ewlehkarîyê Alêksandr Jîlîn derheqa encamên halê li Qerebagê şirove kirîye.

Bi gotina wî, pirsa Arsaxê  nava çarçoveya axêda  nîne, lê nava xilazkirina merivên li wirdane, û bi wê yekê dixwezin bi rîya tunekirina fîzîkî axê bistînin.

“Halê li Arsaxê wê pêşerojêda jî sertbe.Bekûyê û Enqerêra dest dide ku hal gelekî sertbe, çimkî zêdaya potênsîyala leşkerî jî alîyê wane.Provokasîya wê bi wî meremî bêne kirinê ku ermenî dijî aşîtîparêza derkevin.Ew dixwezin rûsa  çawa gunehkar naskin û bi wî cûreyî wana ji herêmê bidine derxistinê”,-Jîlîn gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê wekî hewceye hal bidine rastkirinê. Bi gotina wî, leşker û provokator gerekê bizanibin wekî li piş mîsîya aşîtîparêza hemû hêzên Rûsîyayê sekinîne, nava wanda usa jî yên atomî.

Jîlîn gotîye, wekî gerekê tevî Îranê nêzîkayî hebe û Îran dikare piştgirîya leşkerî bide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button