H’emû nûçeSereke

Li Arsaxê miletek  birçîye, zarokên me xwarin tune ku bixwun: Davîd Babayan

Wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan li ser rûpela xwe ya facebookê nivîsîye, ji bo rêgirtina li qeyrana mirovî ya li Arsaxê, ji bilî daxuyanîyên şermezarkirinê, pêwîste rêxistinên navdewletî li dijî Adirbêcanê mûeyîdeyên taybet pêk bînin.

“Ev ji bo cîhana şaristanî ji bilî dijwarîyek tiştek nîne. Ji ber ku hemû miletek ji birçîna dimire. Li welatên din, ew direqisin, zarok hin hêvîyên ji Santa Klaûs hene. Zarokên me jî nanê xwarinê tune, birçî ne”,- Babayan nivîsî.

Adirbêcanê ji 12 ê  kanûnê  rêya yekane ya ku Arsaxê bi cîhana derve ve girê dide, korîdora Laçînê girtîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button