H’emû nûçeSereke

Leşker dewsa wa gotî êkoaktîvîsta:  gotina cîgirê serokê  «Le Figaro» ê

Astengkirina korîdora Laçînê çalekîya ewline ya şerê li dijî ermenîyên Arsaxê. Derheqa wê yekêda cîgirê serokê kovara fransîye «Le Figaro» ê  Jan Krîstof Byûson rûpelê xweyî Twittere da nivîsîye.

“Nava qewilên serma deh derecêda êkoaktîvîstên azêrî çûne Bekûyê xwe germkin. Dewsa wan leşker cîhwar bûne. Maskên wan ketine: girtina korîdora Laçînê  çalekîya ewline ya şerê li dijî ermenîyên Arsaxêye”,- Byûson nivîsîye û wêne belav kirine.

Krîstof Byûson bi nivîsareke mayîn jî derheqa bêdengîya civaka navneteweyîda gotîye:

“Eva îdî serê mehekêye wekî 120 000 ermenî ji alîyê Adirbêcanêda welatê xweda hatine girtinê. Li Arsaxê deh derece sermaye, dikanên xurek vala bûne, malbet parçe bûne, qezîya hûmanîtarî diqewimen, lê mezinên vê dinîyayê çi dikin? Tu tiştî nakin”,-Byûson nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button