SerekeSîyasî

Şanda Şengalê rastî spîkêrê parlamênta Îraqê Xalbûsî hatîye

Ofîsa çapemenîyê ya serokê parlamênta Îraqê ragîhandîye wekî spîkêrê parlamêntê Mehmed Xalbûsî rastî şanda Şengalê hatîye.Hatîye gotinê, wekî Xalbûsî guhdarîya endamên dêlêgasîya Şengalê kirîye, wextê kîjanê pêşnîyarên derheqa helkirina pirsgirêkên Şengalêda hatine raberkirinê. Pirsên here pêşin, yên derheqa serkarîkirinê, ewlehkarîyê û halê mihacirada bûne.

Nava elametîyêda hatîye gotinê, wekî spîkêrê parlamêntê  derheqa piştgirîya xweye hindava êzdîyada daye dîyarkirinê, yên ku ji alîyê  têrorîstên DAÎŞ ê da bi barbarî hatine qetilkirinê.

Em bêjin, wekî şanda Şengalê çûbû Bexdayê, bona ku li wir halê li Şengalê gotûbêj bikin.Endamên dêlêgasîyayê rastî nevsên îraqîye derecebilind hatine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button