H’emû nûçeSereke
Ji 20 ê meha çileda li Arsaxê hinek cûrên xurek wê tenê bi çêka bêne firotanê
Ji 20 ê meha çileda li Arsaxê hinek cûrên xurek wê tenê bi çêka bêne firotanê. Birinc, makaron, savar, şekir û rûn wê tenê bi çêka bêne frotanê.
Dayîna çêka wê ji 17 ê meha çileda destpêbe. Li paytextê Arsaxê wê cîhên mexsûs bêne amadekirinê: li mekteba û li ûnîvêrsîtêya Arsaxêye dewletê.Bi tomerî hildayî wê 19 cîh bêne teşkîlkirinê.
Binelîyên nehîya dikarin çêkên xwe ji avayên şaredarîyê, lê li gunda jî ji muxtarê gunda bistînin.