
Hêzên Sûrîya Dêmokratîk opêrasîyona “Bona heyfhildana qehremanên li Reqayê”, ya dijî komên DAÎŞ ê, destpê kirîye. Derheqa wê yekêda malpera Hêzên Sûrîya Dêmokratîkda hatîye gotinê.
Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî bi saya êrîşên tirka û gefxwerinên wan, yên li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê, çekdarên DAÎŞ ê êrîş birine ser Reqayê.Nava encamên êrîşa têrorîstîda şeş şerkarên kurd şihîd ketine.
DAÎŞ bajarê Reqayê çawa herêma xelîfeta xwe hesab dike. Bi vê menîyê jî ew binelîyên cîh şantaj dikin, êrîşên têrorîstî mîyaser dikin, qewînbûna li wir diteribînin.
Hêzên Sûrîya Dêmokratîk opêrasîyon li nehîya Feratê pêk anîne.
Şeva 25 ê meha çile li Reqayê, Tabkê, Sîrînê û Keramê opêrasîyon pêk hatine. Derheqa encamên opêrasîyonêda wê paşê bê ragîhandinê.