H’emû nûçeSereke

Ne ku xwerina ku bixwezî, lê wê xwerinê buxwî, çi ku heye: Arsax, dorgirtin, roja 46 a

Bekû bi hemû cûreyî dicêribîne ku berxudana ermenîyên Arsaxê bişkêne. Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî dewletê Rûbên Vardanyan gotîye. Elametîya wî cûreyî usa jî serokwezîrê Ermenîstanê wextê civîna hukumatê belav kirîye.

Nîkol Paşînyan gotîye, wekî meremê serokatîya Adirbêcanê ewe ku berxudana ermenîyên Qerebagê, yên ku li welatê xwe dijîn, bişkêne. Eva îdî 46 rojin ku Arsax nava dorgirtinêdane.Dikanên Arsaxê û dermanxwe vala bûne, ênêrgîya êlêktrîkî û dayîna gazê tên sekinandinê. Feqet li Arsaxê dijwarîya alt dikin û li ser wê fikirêne wekî ew dijwarî wedelûne.

Li Arsaxê ders jî hatine sekinandinê. Nêzîkî 6000 zarokên biçûk, 19 000 şagirtên mekteba, 6800 xwendikarên zanîngeha ji mafê xwendinê miqûf mane. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê daye dîyarkirinê û serda zêde kirîye, wekî cara dawî  halê wî cûreyî wextê nexweşîya koronavîrûsê û şerê 44 roje bûye.

“Feqet meremê serokatîya Adirbêcanê ewe ku berxudana ermenîyên Qerebagê bişkêne. Li gorî înformasîyonên heyî, plana Bekûyê ewe ku li Qerebagê tehsîra êkolocî bidine zêdekirinê û piştî wê yekê korîdorê vekin bona ku ermenîyên Qerebagê ji wir derkevin û paşê careke mayîn korîdorê bigrin û dîsa bi çend roja vekin. Bi vî cûreyî ew dixwezin ku Qerebag ji ermenîya bê valakirinê. Ev yek sîyaseta paqijkirina êtnîkîye”,- Nîkol Paşînyan gotîye.

Wezîrê Arsaxêyî dewletê Rûbên Vardanyan jî sirîya xweda gotîye, wekî Adirbêcan dicêribîne bi rîya hukumkirina bighîje valakirina Arsaxê. Rûbên Vardanyan daye dîyarkirinê, wekî ew bi qewînbûna arsaxîya firnax dibe.

Wezîr daye dîyarkirinê, wekî xebat tên kirinê ku dorpêçkirina Arsaxê bidine hildanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button