SerekeSîyasî

Rûsîyayê îzinê nede ku li Qerebagê ssênara Sêrbîyayê biwekile: sîyasîzan

Rûsîya hewaskare ku ermenîyên Qerebagê biparêze û bo ku ssênara Sêrbîyayê li wir mîyaser nebe.Derheqa wê yekêda pêşezanê rûs, cîgirê progiramên lêkolînî, yê şêwira sîyaseta der û parastinê Dmîtrî Sûslov li Yêrêvanê gotîye.

Sûslov li ser wê fikirêye  wekî nava hemtêksta krîzeya Ûkraînayêda bi çiqasîva kemala Tirkîyayê û tifadara wê Adirbêcanê bona Rûsîyayê mezinbe, ew yek nade kifşê, wekî Rûsîya nava dijîderketina hindava Ermenîstanêda wê piştgirîya Enqerê, yan jî Bekûyê bike.

Sîyasîzan gotîye wekî nava pirsa Ûkraînayêda lîstikçîên sêemîn mecal dîtin ku tehsîra xwe li herêmê zêdekin.

Ew yek berê ewlin derheqa Tirkîyayêdane. Enqere wê yekê dixweze lê gelek cîyada ew nikare xwe cabdar xweyke. Bona Rûsîyayê Tirkîya him alîkî mayîne, lê usa jî hevkareke girînge. Nava qewilên şerê tevî Rojavayê, Rûsîya naxweze tevî Tirkîyayê eşkere bikeve nava dozê. Hema bo wê yekê jî Tirkîya û Adirbêcan gelek cara xwe wî cûreyî didine kifşê.

Bi wê yekêva tevayî ev yek nade kifşê, wekî Rûsîya destê xwe ji Ermenstanê paşda vedikişîne û bi berjewandîyên wêva kirîn-frotanê dike.

“Rûsîya bona pêwandîyên tevî Ermenîstanê amine û dixweze ku aşîtîparêz li Qerebagê bimînin. Ew hewaskare wekî nava pirsa dew û dozêda ewê binelîyên Qerebagê biparêze û wê îzinê nede ku ssnara Sêrbîyayê biwekile”,- Sûslov gotîye.

Pêşezan gumane, wekî Moskva gerekê nava dew û dozêda çawa navçîgar bimîne, lê ne ku piştgirîyê bide alîkî. Heger rola navçîgarîyê undabe, li herêmê hal dikare gelekî sertbe.

Hevkarê Sûslov, pêşezanê înstîtûta Moskvayêye pêwandîyên der Alêksêy Tokaryêv jî guhdarî teglîfî ser wê yekê kirîye wekî dema ku meriv derheqa pêwandîyên Moskvayê û Yêrêvanêda xeber dide, wî çaxî Ermenîstan çawa welatê serbixwe tê qebûlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button