Ulmdarê rûs gotîye bona çi Tirkîya berî erdheja qewat amade nîbû

Tirkîya li ber wê erdheja qewat amade nîbû û qurbanî dikaribûn diha kêmbûna, heger meriva bizanibûya ku gerekê çi bikin û xwe çawa xweykin. Derheqa wê yekêda doktorê ulmê têknîkî, yê akadêmîya Rûsîyayêye zanistî Yûrî Vînogradov gotîye.
“Ev erdhej berê ewlin bona welatê me gerekê bibe ders. Mêntalîtêya rûsa û tirka bi gelek alîyava mînanî heve. Meriv dikare bêje wekî Tirkîya bona wê erdhejê amade nîbû. Berê ewlin piranîya avayên çêkirî li ser dereca sêysmîkîyêye nimiz hatine çêkirinê. Piranîya merivên ku bûne qurbanî, dikaribûn kêmbûna, heger wana bizanibûya ku berî her tiştî gerekê çi bikin”,-pêşezan gotîye.
Vînogradov gotîye ku bona hemûya eyane, wekî ev zona ya sêysmîkîye û erdhej dikarin biqewimin.
“Gerekê telîmên wî cûreyî bêne derbazkirinê û binelî bizanibin ku gerekê ew wextê erdhejê çawa bikin û kuda herin”,-Vînogradov gotîye.







