H’emû nûçeSîyasî
Li gundekî Malatîyayê tu maleke saxlem nemaye

Erdheja li Tirkîyayê li gundekî provînsîya Malatîyayê, yê navê Çiglîk tu avayîkî saxlem nemaye.
Merivên ku piştî erdhejê sax mane, niha li ber sermayê ber xwe didin. Ajansa Mêsopotamîyayê ragîhandîye, wekî tu avayîkî saxlem nemaye û gund bi temamî wêran bûye. Hatîye gotinê, wekî hejmara çadira kême û eşîyayên pêwîst, yên mînanî xurek, avê û yên mayîn nadine wan.







