H’emû nûçeSereke
Ermenîstan li rex cimeta tirk sekinî: Serdar Kiliç

Wekîlê Tirkîyayêyî nava şuxulkarîya normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Tirkîyayê Serdar Kiliç derheqa seredana wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyane li Enqerê, Twittere da nivîsîye.
“Cêografîya faktora here girînge, ya ku yazîya meye tomerî qirar dike û carina jî ew yazî bi cûrê zêrandinava çê dibe.
Merivhizîya di navbera welatên herêmê dermanê herî başe ku vê zêrandinê bidine milahîmkirinê. Mînanî hemû welatên herêmê, Ermenîstan jî li rex cimeta tirk sekinî”,- Kiliç Twittere da nivîsîye û wêneyên pêşwazîkirina Ararat Mîrzoyan belav kirîye.







