H’emû nûçeSereke

Adirbêcan gerekê qedirê birîyara navneteweyî bigre: wezîra Fransîyayêye karên der

Adirbêcan gerekê qedirê birîyara navneteweyî bigre. Derheqa wê yekêda wezîra Fransîyayêye karên der Katrîn Kolonnayê li parlamêntê gotîye.

Wezîrê derheqa pêwîstîya çareserkirina çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê careke mayîn wekilandîye.

“Birîyara bona Adirbêcanê ya borcdarkirinêye û Adirbêcan gerekê qedirê wê bigre”,- wezîrê gotîye û bîr anîye, wekî Fransîya beşdarî mîsîya Avropayê dibe, ya ku di derbarê pirsên ewlehkarîya di navbera herdu welatadaye.Katrîn Kolonnayê usa jî şuxulkarîya xaçê Sor girîng hesab kirîye.

Paşê ewê Twittere da nivîsîye: “Vekirina korîdora Laçînê pirsa girînge, çûyîn-hatina aza gerekê bêyî paşdaêxistin bê dasekinandinê.Ev yek borcdarîya Adirbêcanêye û maf gerekê bê xweykirinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button