H’emû nûçeSereke
Sala 2022 a mîlyonek 666 000 tûrîst hatine Ermenîstanê: wezîrê êkonomîkayê

Sala 2022 a mîlyonek 666 000 tûrîst hatine Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda wextê civîna komîsîya parlamêntê wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan gotîye.
Bi gotina wî ji Rûsîyayê 79 400 meriv hatine, ji Bêlarûsê nêzîkî 17,2 hezar meriv hatine Ermenîstanê.
“Hatina peraye ji welatên başqe zêde bûye.Nava sala 2022 a da ew pere gihîştine pênc mîlyard 190 mîlyon dolarî.Şandina peraye ji Rûsîyayê jî zêde bûye, ya ku gihîştîye sê mîlyard 600 mîlyon dolarî”,- Kêrobyan gotîye.







