H’emû nûçeSereke

Koalîsîyona navneteweyî, girêdayî şihîdketina şerkarên HSD ê ra, serxweşî daye

Koalîsîyona navneteweyî, ya şerkarîya dijî DAÎŞ ê girêdayî şihîdketina neh şerkarên Hêzên Sûrîya Dêmokratîkra serxweşî daye.

Nava elametîya koalîsîyonêda hatîye gotinê, wekî  ew serxweşîyê didine wan malbeta,  û ewê tu cara wan meriva bîr nekin, yên ku emirê xwe bona ewlehkarî û qewînbûna li Sûrîyayê dane.

Em bîr bînin, wekî wextê opêrasîyona Hêzên Sûrîya Dêmokratîk, du helîkoptêrên ku şerkar cîguhastî dikirin, rûyê hewa xirabda  rastî qezîyayê hatine. Nava encamê wê yekêda neh şerkarên Hêzên Sûrîya Dêmokratîk, nava wanda fermandarê  hêzên dijî têrorê Şervan  Kobanî şihîd ketine.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button