H’emû nûçeSereke

Mêrkêl bi xwe dijî endamtîya  Gurcistanê û Ûkraînayê derketîye

Kanslêra Almanîyayêye berê Angêla Mêrkêl wextê civîna NATO ê ye sala 2008 a dijî endamtîya Ûkraînayê û Gurcistanêye nava NATO ê da derketîye, û tifaqdarên mayîn jî anîye ser wê birîyarê. Derheqa wê yekêda wezîrê Ûkraînayêyî parastinê Alêksîy Rêznîkov wextê qisa tevî rojnama îspanî gotîye.

Bi gotina wî, sala 2008 a li Bûxarêstê, wextê civîna NATO ê tiştê nêzîkî aqila bû, wekî qebûlkirina Ûkraînayê û Gurcistanê dikaribû biqewimîya. “Amêrîkî mînanî piranîya avropîya piştgirî didane wê yekê. Hema xût kanslêra Almanîyayê Angêla Mêrkêl dijî wê yekê derketîye”,- Rêznîkov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button