H’emû nûçeSereke

Fransîya ew gava Adirbêcanê, ya bona danîna posta li korîdora Laçînê gunehkar dike

Wezîreta Fransîyayêye karên der elametî belav kirîye û bi wê elametîyê ji alîyê Adirbêcanêda cîhwarkirina posta li korîdora Laçînê gunehkar kirîye. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê alîyê Fransîyayê elam kirîye wekî gavên Adirbêcanê dijî borcdarîyên wêne, kîjan nava çarçoveya qayîlnivîsara derheqa agirbestêda hatine destanînê û gavên niha jî zîyanê didine pêvajoya hevraxeberdana.

“Fransîya bangî Adirbêcanê dike, ku ew dîna xwe bide borcdarîyên navneteweyî, birîyarên mehkema navneteweyî mîyaserke, yên ku bona wê çawa borcdarî tên hesabê.

Fransîya bang dike ku çûyîn-hatina merivaye bi korîdora Laçînê, ya herdu alîya, usa jî dayîna gazê û ênêrgîya êlêktrîkî bidine dasekinandinê”,- nava elametîya wezîreta Fransîyayêye karên derda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button