Tunekirina heykelên Arsaxê bona civakê pirsgirêka herrojeye

Komeke teşkîletên civakî, yên li Ermenîstanê raporta mexsûs belav kirine, ya ku derheqa wê yekêdane, ku rûyê sîyaseta Adirbêcanêda mîrata ermenîye çandî çi cûreyî zîyanê dikeve.Xudanên dokûmêntê didine bawarkirinê, wekî ewê şerkarîyê berdewam bikin hetanî ku bighîjine mîyaserkirina sanksîyayên dijî Bekûyê.
Dijmin wî hemû tiştî dide tunekirinê, çi ku yê ermenîye. Dêrên ermenî tên xirabkirinê. Piştî şerê sala 2020 î, li wan nehîyên ermenî, yên ku ketine bin kontrola Adirbêcanê, heykelên ermenî tên xirabkirinê.Ev hemû tişt hatîye şirovekirinê û ew bûye dokûmênt.
Organîzeyên civakî cedandina didine xebatê, bo ku mecal bona mîsîyayên dîtindarîyê çêbin û li wir dîna xwe bidine halê heykelên ermenî. Organîze didine bawarkirinê, wekî ew berbirî hemû cîha dibin ku dijî Adirbêcanê sanksîya bêne xebitandinê.







