Paşînyan armanca sîyaseta der, ya hîmlî îzbatkirina pêwandîyên normal tevî hemû cînara hesab dike

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan difikire, wekî meremê hîmlî, yê sîyaseta der gerekê îzbatbûna pêwandîyên tevî hemû cînarabe.
Li gorî ragîhanditna “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda Paşînyan wextê hevpeyvîna tevî kovara Çêxîyayêye “Respekt” ê gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye ku nava van 15 mehên dawîda Ermenîstanê dersên çi cûreyî hildane.
“Rûyê dîroka meye giranda em hîn bûne ku tevî hinek cînarên xwe nava pêwandîyên normalda nîbin. Guhartina vê yekê wê bona welatê me başbe.Feqet ew yek gelekî zelal tê texmînkirinê, lê mîyaserkirina wê yekê bi deha pirsgirêkava girêdayîyne, çimkî hinek pirsgirêkên pisîxolocî û praktîk hene”,- serokwezîr gotîye.
Ewî gotîye, wekî van axirîya ewî li parlamêntê derheqa îzbatkirina pêwandîyada, yên tevî cînara xeberdaye û parlamêntvanekî gotîye, wekî serokwezîr usa dibêje ku tê bêjî Ermenîstan cînara Swêdêye. Nîkol Paşînyan ser axaftina xweda zêde kirîye, wekî Ermenîstan tevî Gurcistanê û Îranê nava pêwandîyên başdane û gerekê wan pêwandîya zêdetir bide pêşxistinê.
Bi gotina wî, Ermenîstan niha tevî Tirkîyayê û Adirbêcanê nava pêwandîyada nîne û gerekê wê yekê biguhêrin.







