H’emû nûçeSereke
Nava pirsa vekirina rîya sîstêmada alî nêzîkî hevin: Ararat Mîrzoyan
Wezîrê dewletê, yê pirsên Avropayê, yê Brîtanîya Mezin Lêo Dokêrtîn bi seredana durojêva li Yêrêvanêye. Ewî tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan qise kirîye, piştî kîjanê prêss-konfêransa tevayî pêk hatîye. Wezîrê Ermenîstanêyî karên der îzbat kirîye, wekî alîyê ermenî hewaskare ku li herêmê rê bêne vekirinê. Wezîr usa jî gotîye, wekî li Waşîngtonê li hev hatîye dora peymana aşîtîyê du xala bi hevra bidine qayîlkirinê û nava pirsa vekirina rîyada alî nêzîkî hevdune.
Ararat Mîrzoyan usa jî derheqa halê li korîdora Laçînê, encamên wêda raber kirîye.







