H’emû nûçeSerekeSîyasî

Dêmokrasî nîşana Ermenîstanêye serekeye: Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan  daye kifşê ku dêmokrasî nîşana  Ermenîstanêye serekeye. Serokwezîr  axaftina xwe ya li forûma dêmokrasîyê ya ermnîda destnîşan kir ku li Ermenîstanê întêrnêt azaye, çapemenî azaye, hilbijartin azaye û destnîşan kir ku ew van hemûyan ne wek destkeftîyek, wek rojane nîşan dide.

 “Dema ku  sala 2018 a da şoreşa qedîfe, ya  ne tundûtûjî qewimî û me got ku dêmokrasî nîşan Ermenîstanêye serekeye, gelek kes bi guman bûn, ji ber ku digotin ku di heyama piştî şoreşê de hewce nîne ku hukumet azadîyan bisînor bike. Lê ev rastîya ku forûma dêmokrasîya Ermenîstanê ji bo cara yekem  sala 2022 a da li welatê me hat li darxistin û ne di sala 2019 a da, ev rastîyek eşkereye, ji ber ku dema ku me tekezî li ser azadîya hilbijartinên awarte yên parlamentî di sala 2018 a da kir, dîsa jî hinekî dihate pirsyarkirin, û çi hilbijartin dê di bin şert û mercên cudada bên kirin”.

Serokwezîr bal kişand li ser wê yekê ku hilbijartin jî di bin şert û mercên cuda de hatin kirin û amaje bi hilbijartinên awarte yên parlamêntoya sala 2021 ê jî kir ku berîya wê jî şerê 44 rojan  ya li ser xaka Ermenîstanê hatibû lidarxistin.

Paşînyan  texmîn kir, ku di wê rewşê de wan tomar kirine ku hilbijartin di wan şert û mercên din de ne kêmtir azad û dêmokratîk bûn.

Li gor wî, rastîya ku dêmokrasî nîşana sereke ya Ermenîstanê ye, ji ber şert û mercan ne encama rasthatinane, lê ew rêyek sîyasî ya hişmende ku hukumet û gelê Ermenîstanê pêşengîyê dike.

Serokwezîr  dide kifşê  ku werguhastinên înstîtûsîyonal gelek cidî yên sazî hîna berdewamin, ku divê asteke bilindtir ya parastina mafên mirovan, asteke bilindtir ya serwerîya,  asteke bilindtir ji sîyaseta dijî gendelîyê bi xwe re bîne.

Paşînyan mezinbûna aborî ya bilind ya ku îro li Ermenîstanê heye, di heman demê de encama azadîyên aborî ye, heger aborî bi destê dewletê bihata birêvebirin û rêvebirin, bi taybetî di dema piştî şer de, dê pirsgirêkên me yên pir giran û kûr bibûna, lê ji ber ku ev azadî jî gihîştine asta aborîyê, di qonaxa herî dijwar û dîyarker de, ev azadî hatin rizgarîyê.

Paşînyan destnîşan kir ku li Ermenîstanê tu xeterîyeke navxweyî li ser dêmokrasîyê tune. Hemî  qezîya yên derveyîne, ku ji her kesî re baş têne zanîn û xuya kirin. Di heman demê de, serokwezîrê Ermenîstanê girîng dibîne ku bikaribe îzbat bike ku dêmokrasî dikare ewlehîyê jî peyda bike.

Dêmokrasî wê bidome û ew nîşana Ermenîstanêye serekeye. Paşînyan hêvî dike ku ew markayên peywendîdar û piştevan jî berdewam bin ku yek ji wan geşbûna aborî ya bilind û ya duyem jî aştî be.

Li gorî wî, ev sêyeme ku divê ji armanca xwe re xizmetê bike. “Em behsa azadîyan dikin, lê azadî ne armanca dawîne, azadî wesîleya dabînkirina xweşî û bextewariya mirovane. Ev armanca herî bilinde ku em danîye ber xwe, ji ber ku erka me ewe ku di şert û mercên azadî û dêmokrasîyê de gelê Ermenîstanê bextewar be, parastîbe, karibe tiştê ku jê hez dike bike û qencîya xwe mîsoger bike. Bi encamên tiştê ku ew jê hez dikin, û hem jî xweşîya welat. Helbet li gorî me dêmokrasî şertek pêwîst e lê ne bes e ji bo vê yekê û divê em şert û mercên mayî yên sazî jî mîsoger bikin da ku ev dîtin bibe rastî”,-Paşînyan da kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button