H’emû nûçeSereke

Ez şame ku li Ermenîstanê mizgeftên musulmanan hene: Nîkol Paşinyan

Dijî Ermenîstanê rexne tê kirin ku Ermenîstan welatekî monoêtnîke.Zehmete ku meriv fêm bike ka ew çi sûce. Ev yek îro, 31 ê gulanê, li forûma dêmokrasîya Ermenîstanê ya li Yêrêvanê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan da kifşê.

“Ji alîyê dinva bi kêfxweşî bidine kifşê, ku li parlêmêntoya meda wekîlên kêmjimar hene û  ez difikirim ku ev taybetmendîyek sazûmanî ya pir girînge”,-  ewî da kifşê û got:

 “Ez jî pir kêfxweşim ku li Ermenîstanê ne tenê parêstgehên xiristîyanan, lê usa jî mizgeftên musulmana, parêstgehên bawerîya êzdîyan jî hene. Ev pir girînge”.

Serokwezîr da kifşê, wekî li Ermenîstanê  civaka ermenî ya katolîk, civaka mizgînî û usa jî civaka apostolî  heye.

“Ez nafikirim ku îro bi her alîda, her civakek dikare bêje ku azadîyên wê yên olî têne binpêkirin”,-ewî got.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button