H’emû nûçeSereke
Învêstîsîyayên bîyanî cara ewlin gihîştine mîlyardek dolarî: Kêrobyan
Nava dîroka Ermenîstanêda învêstîsîyayên bîyanî cara ewlin gihîştine mîlyardek dolarî. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan wextê gotûbêjkirinên byûcêya sala 2022 a gotîye. Bi gotina wezîr, dewsa 42 mîlyardên plankirî 53 mîlyard 116 mîlyon diram nava byûcêyêda hatine xebitandinê.
Bi xeberdana derheqa tûrîzmêda, wezîr gotîye, wekî sala derbazbûyî mîlyonek 660 hezar tûrîst hatine Ermenîstanê.