
Admînîstrasîya kurdaye li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê elam kirîye, wekî wê dijî çekdarên DAÎŞ ê proseya mehkemê destpêke. Ew meriv bi sala li cem wan girtîne.
Li wir nêzîkî deh hezar merivî tên xweykirinê, yên ku bin şikberîyêdanin, wekî ew endamên DAÎŞ ê ne.
Desthilatdarîya cîh îdî salên dirêj bangî wan welata dike ku welatîyên xwe paşda bibin cem xwe. Nava wan welatadanin usa jî Kanada, Fransîya, Brîtanîya Mezin û welatên mayîn.
Roja şemîyê admînîstrasîya kurda elam kirîye, wekî hatîye qirarkirinê, wekî proseya mehkemêye vekirî dijî wana mîyaserkin.Hatîye dîyarkirinê, wekî ewê qanûnên cîh, yên derheqa şerkarîya dijî têrorîzmê bidine xebatê.
Li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê cezayê kuştinê nedane hildanê.
Hatîye gotinê, wekî wextê proseyên mehkemê komên hiqûqzana û koalîsîyona bi serkarîya Ştatên Yekbûyî wê bêne vexwendinê, yên ku alî hêzên kurda kirine ku DAÎŞ ê ji axa bakûrê Sûrîyayê bidine derxistinê.







