H’emû nûçeSereke

Ji sala 2018 a da hetanî şerê 44 roje hukumatê 608 mîlyard diram bona sîliha xerc kirîye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye, wekî hukumata îroyîn ji sala 2018 a da hetanî şerê 44 roje  608 mîlyard diram bona sîliha xerc kirîye û serda zêde kirîye, wekî ji sala 2008 a da hetanî sala 2018 a bona destanîna sîliha 354 mîlyard diram hatine xerckirinê.

Derheqa wê yekêda Paşînyan wextê  civîna komîsîya ku halê şerê 44 roje lêkolîn dike, gotîye.

Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî têma modêrnîzasîyakirina esker ne ku bona wê yekê merkeza guhdarîya hukumatêda bûye, ku şerê destpêbe, lê bona wê yekê hatîye kirinê, ku bi wî cûreyî tabîyên Ermenîstanêye nava hevraxeberdanada wê diha pêşketana.Ewî daye dîyarkirinê, wekî wî çaxî miaşa leşkera hatîye bilindkirinê, sîlih û têknîka leşkerî hatine kirînê.

Bi gotina Paşînyan, tu kes nikare bêje, wekî piştî hildana qulixa serokwezîr, nava eskerda tu tişt nehatîye kirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button