H’emû nûçeSereke

Qulixçîyê Adirbêcanêyî leşkerî Husêyn Axûndov cezayê girtina 20 salî stendîye

Li mehkema Kapanê birîyara mehkemê, ya derheqa cezakirina qulixçîyê Adirbêcanêyî leşkerî Husêyn Axûndov hatîye raberkirinê.Bi wê birîyarê Axûndov cezayê girtina 20 salî stendîye.

Ew ceza leşkerê azêrî bona kuştina xebatkarê fabrîka Zangêzûrêye sivir stendîye. Malbeta xebatkarê kuştî hesab dike, ku ew birîyar ya heq nîne û ew dewa girtina heta-hetayê dikin.

Em bêjin, wekî destpêka meha nîsanê, Axûndov tevî leşkerekî azêrîyî mayîn ji Nexçêvanê derbazî Syûnîkê bibûn û ew ji alîyê binelîyên gundda hatibûne girtinê. Bona teribandina sînor, leşkerê mayîn cezayê girtina 11 sala stendibû, lê Axûndov nava kuştina merivekîda dihate gunehkarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button