Sereke

Nava çapemenîya navneteweyîda girêdayî krîzeya Qerebaxêra zêdebûna hewaskarîyê tê kifşê

Adirbêcan dîsa bi neqanûnî girtina korîdora Laçînê berdewam dike û nahêle ku alîkarîya hûmanîtarî, ya ji alîyê Ermenîstanêda şandî bighîje binelîyên Qerxbagê, li kîderê krîzeya hûmanîtarî heye, ya ku rûyê girtina korîdora Laçînêda pêşda hatîye.

Hatîye ragîhandinê, wekî wekîlê koma xebatê, ya bi serkarîya cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Vardan Sargsyan gotîye wekî ji 26 ê tîrmehêda cêrga avtomaşînên barbir li ser sînor sekinî maye, çimkî Adirbêcanê rê daye girtinê. Ewî serda zêde kirîye wekî bersiva wê yekê usa jî ji alîyê aşîtîparêzên rûsda nayê dayînê, çimkî Ermenîstanê hîvî ji aşîtîparêza kiribû ku alîkarîya hûmanîtarî bighînine cî.

“Cêrga avtomaşînên barbir dîsa li wî cîye. Nenihêrî wan bangên ji alîyê welatên cudada belavkirî, Adirbêcan dîsa bi neqanûnî korîdora Laçînê girtî dihêle û nahêle ku bar cîguhastî Qerebaxêbin”,- Sargsyan gotîye.

Halê sazbûyî ji alîyê çapemenîya navneteweyîda hatîye raberkirinê. Rojnamevanên ji Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, Rûsîyayê, Çînistanê û Argêntînayê nasîya xwe dane hal. Bi gotina wî, bona raberkirina wî halî hemû rojnamevan jî dikarin wê yekê bikin.

“Hewaskarîya ajansên çapemenîya navneteweyî hindava halê pêşdahatî tê kifşê.Duh rojnamevanê ajansa frans-prêssê li vir bû, yê ku ber çevê xwe dît ku çi diqewime. Ewî halê li ber çevê xwe raber kirîye”,- Sargsyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button