H’emû nûçeSereke

Hêzên Ermenîstanê dikaribûn li ber hêzên ji wana du-sê cara zêdetir ber xwe bidana:Davît Tonoyan

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinêyî berê Davît Tonoyan dibêje wekî sala 2018 a, dema ku ew wezîrê parastinê bû, hêzên Ermenîstanê dikaribûn li ber hêzên ji wana du-sê cara zêdetir ber xwe bidana.

Derheqa vê yekêda Davît Tonoyan wextê civîna komîsîya ku halê şerê 44 roje lêkolîn dike, gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye, ku hêzên Ermenîstanê wî çaxî nava halekî çawadabûn.

Tonoyan gotîye, wekî bona berxwedayîna li ber gavên dijî Ermenîstanê û usa jî çareserkirina ewlehkarîya cimeta Qerebagê, hêzên Ermenîstanê dikaribûn ew yek bikirana, çimkî dereca amadebûna leşker bilind bû, cêografîya wan jî li ber çeva bû. “Ez bona çi dibêjim,du-sê cara zêdetir, çimkî ji alîyê şerkarîyêda hêzên Ermenîstanê li ser dereca amadebûna anegor bûn.Ev yek qîmetkirina min nîne, eva melûmetîya hesabkirîye”,-Davît Tonoyan gotîye.

Parlamêntvanê ji partîya  “Peymana sîvîl” Vahagin Alêksanyan pirs daye ku gelo dema destpêbûna şerê 44 roje hêzên Adirbêcanê ji alîyê têknîkîda ji hêzên Ermenîstanê du-sê cara zêdetir bûn, yan na. Davît Tonoyan daye zelalkirinê, wekî ewî derheqa halê amadebûna hêzên Ermenîstanêda raber kirîye, lê ne ku bersiva wê pirsê daye, ku bi têknîkî himberîhevkirina qewata çi cûreyî bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button