H’emû nûçeSereke

Qedirgirtin ji bo bîranîna qurbanîyên gênosîda êzdîyan

Îro civaka kurdên Ermenîstnanê qedirê ji bo bîranîna 12 000 qurbanîyên bêguneh yên gênosîda ku “Dewleta Îslamî”  3 ê tebaxa  sala 2014 a li parêzgeha Şengalê ya Komara Îraqê ya niştecîyên êzdî, li nêzîkî bîrdarîya qurbanîyên bêguneh yên êzdîyên Komara Îraqê girtin.

Serokê civaka kurdên Ermenîstanê, endamê parlamênta Ermenîstanê Kinyaz Hesenov destnîşan kir ku heger qirkirina mîlyonek û nîv ermenîya ya ku  sala 1915 a ji alîyê Tirkîyayêda hat kirin, ji alîyê civaka navneteweyî ve bihata şermezarkirin, wê qirkirina êzdîyan  îro nebûya.

 “Mixabin îro em dibînin ku ev dîyarde kêm nabin. 3 ê tebaxa  sala 2014 a koma têrorîst ya “Dewleta Îslamî” êrîşek li ser herêma Şengalê ya ku êzdî lê dijîn pêk anî û êzdîyên herêmê rastî gênosîdê hatin. Belê, ji ber ku bi netew êzîdî bûn mirin û heta roja  îro jî didomîne. Sala 2014 a bi hezaran mêr hatin kuştin û bi hezaran jin û keç hatin revandin û li bazaran hatin firotin. Ev nîşan dide ku îro di sedsala 21 da hîn jî civakên koledar yên ku mirov lê tên firotin hene û ev dîyarde pirsgirêka hemû cîhanê û civaka navneteweyîye, divê bala xwe bidin dîyardeyên bi vî rengî û rê nedin bûyerên bi vî rengî dubare bibin.  Em qirkirina êzdîyan ya li Şengalê ku di encama pevçûyîna berjewendîyên hêzên super de xwîna bi hezaran mirovên bêguneh hat rijandin, şermezar dikin”,-parlamêntvan got.

 Kinyaz Hesenov destnîşan kir ku mixabin heman xemsarîya li  Qerebaxê jî tê dubarekirin.Civaka navdewletî daxwaza vekirina korîdora Laçînê dike, lê tu gavan navêje, di encamê de 120 000 kesên bêguneh rû bi rûyê karesateke mirovî bûne.

Sala 2014 a qirkirina êzdîyan meha tebaxê, li cîhê ji dayîkbûna dîrokî ya êzdîyan, li bajarê  Îraqêyî Şengalê pêk hat.  Komkujîyên êzdîyan yên bi kom ji alîyê çekdarên koma têrorîst ya bi navê “Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê” di sala 2014 a hatin organîzekirin. Piştî ku di havînê  bakûrê Îraqê bi dest xist û li wê herêmê “Xîlafeta Îslamî” ragîhand. Têrorîstên Îslamî bi hezaran êzdî qetil kirin û gelek jinên ciwan xistin bin koletîya zayendî. Di encama gênosîdê de nêzîkî 200 hezar êzdî ji herêmên bakûrê Îraqê koçber bûn. Piştî wan bûyeran, hersal  3 ê tebaxê de, êzdî li seranserê cîhanê rêzê li bîranîna bi hezaran êzdîyên ku bi hovane ji alîyê şervanên “Dewleta Îslamî” li Îraqê hatin kuştin, digirin.

Sala 2018 a meha çile  parlementoya Ermenîstanê qirkirina ÿzdîyan nas kir.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button