SerekeSîyasî

Serokwezîrê Kurdistanê derheqa rêformên nava pêşmergada xebedaye

Serokwezîrê Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzanî daye dîyarkirinê, wekî pêwîste, ku her tehsîreke sîyasî wextê proseya rêformkirina hêzên pêşmerga gerekê bê hildanê.

Serokwezîr ev elametî wextê hevdîtina tevî dêlêgasîya koalîsîyona navneteweyî, ya dijî DAÎŞ ê gotîye. Fermandarê berê Mêtyû Makfarlêyn  qulixa xwe îdî ser hevda anîye û niha dewsa wî gênêral-mayor Coêl Vaûêl cîhê xwe digre.

Mesrûr Barzanî razalixî elamî Mêtyû Makfarlêy kirîye bona qulixa wî û bo wî açixî xwestine. Ewî fermandarê nû pîroz kirîye û derheqa piştgirîya hukumata herêmêda daye dîyarkirinê.

Wextê hevdîtinê axaftin derheqa rêformên wezîreta pêşmerga û hevkarîyêda çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button